Zêdebûna êrîşên terorîstên DAIŞ’ê yên li Sûriyê hevdemê provokasyonên Amerîka û Îsraîlê
Di raporekê de, Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand ku êrişên koma têrorîst a DAIŞ`ê li Sûriyê hevdem bi provokasyonên Amerîka û Îsraîlê re tund bûne û hejmarek ji leşkerên Sûriyê hatine kuştin.
Li gorî rapora roja Îniyê ya IRNA`yê, Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku duh 9 hêzên sûrî li rojhilata Sûriyê ji aliyê koma terorîst a DAIŞê ve hatin kuştin ku ev êrîşa herî dawî ye ji zincîre êrîşên DAIŞê ye.
Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê herwiha ragihand ku roja Çarşemê jî di encama şer û pevçûnên navbera hêzên hikûmetê û koma têrorîst a DAIŞ`ê li navçeyeke dûrî parêzgeha Reqayê li rojhilatê Sûrîyê 7 terorîst hatin kuştin.
Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, roja Çarşemê 4 leşkerên din jî di kemîneke DAIŞê de li nêzîkî balafirgeheke leşkerî li rojhilatê Şamê paytexta Sûriyê hatin kuştin û 2 leşkerên din ên artêşa Sûriyê jî di destpêka vê hefteyê de li devera Reqayê hatin kuştin.
Ji ber destwerdanên leşkerî yên Tirkiyê û Amerîkayê li bakurê Sûriyê ev navçe ji bin kontrola artêş û hikûmeta Sûriyê derketiye û bûye navenda terorîstan û car caran jî Îsraîlê êrişî baregehên artêşa Sûriyê û grûpên berxwedêr ên Sûriyê dike ku bi hevdemî têne kirin û ev yeka rê li ber tevgerên nû yên terorîstên DAIŞ û komên din ên tundrew li Sûriyê ve dike.