Hezîran 21, 2022 14:49 Asia/Tehran
  • Griffiths: Sûriye di bin metirsiya krîzeke mirovî de ye

Nûnerê taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî (NY) bo karûbarên mirovî hişyarî da li ser krîza birçîbûnê û nebûna ewlehiya xwarekê li Sûriyê.

Li gorî nûçeya IRIB Newsê, Cîgirê Sekreterê Giştî yê NY bo karûbarên mirovî Martin Griffiths di civîna Encûmena Asayişa Navdewletî ya ji bo nirxandina rewşa mirovî li Sûriyê de, got: Hejmara belengaz û hewcedaran li Sûriyê gihişte asta herî bilind di 11 salên borî de, Ev welat di warê kirîza birçîbûn û nebûna ewlehiya xwarekê de, gihêştiye statîstîkên(amarên) bêmînak û ji bilî vê yekê hejmareke mezin û heta niha nehatî dîtin ji jin û zarokan tûşî kêmxwariniyê û nexwarina xwareka pêwîst bûne.

Griffiths anî ziman ku Sûriye rastî krîza nebûna avê hatiye û her ku hewa germ dibe dê asta ava çemê Firatê gelekî dakeve û zarok jî dikevin ber nexweşiyên ji ber ava nebaş û genî.

Hêja were gotin sebebkeke serke a nebûna avê li Sûriyê siyasetên hikûmeta Tirkiyê ye ku ava çemê Firatê li ser xelkê Sûriyê biriye û bi kontrola çavkaniyên din ên avê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çeteyên wê, ew nahêlin têra xwe av bigihêje gelê Sûriyê.

 Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres jî bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku li ser dirêjkirina alîkariyên ji riya axa Tirkiyê ji bo niştecihên bakurê rojavayê Sûriyê lihev bukin û di dewamê de got: Neteweyên Yekbûyî 5 barên alîkariyê bi rêya wezîfedariya sînorî gihandiye bakurê rojavayê Sûriyê.

Biryara Encumena Ewlekariyê ya bi navê "gihandina alîkariyan bi rêya deriyê sînorî yê Tirkiyê bo navçeyên di bin kontrola opozîsyon û terorîstan de li bakurê Sûriyê dike" di 10ê Tîrmeha îsal de bi dawî dibe û ji bo dirêjkirina wê pêwîstiya bi 9 dengan heye.

Serepeyv