Hezîran 20, 2022 14:40 Asia/Tehran
  • Asya Ebdullah û Salih Muslim bûn hevserokên nû yên PYD'yê

Di 9. Kongreya PYD’ê de Asya Ebdullah û Salih Muslim bûn hevserokên nû yên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD).

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Pêr li Hesekeyê 9. Kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi beşdarbûna 700 delegeyan hatibû destpêkirin.

Di roja duyemîn a kongreyê de Asya Ebdullah û Salih Muslim wekî hevserokên nû yên vê partiyê hatin hilbijartin

Asye yek ji wan têkoşeran bû ku piştî êrîşa DAIŞê li ser Kobaniyê di 15ê Îlona 2014an da, terka vî bajarî nekir û di wir da ma.

Salih Muslim hevserokê din ê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî ji gundê Şîranê yê ser bi KObaniyê ye. Muslim mihendisê kîmyayê û ji damezirînerên PYDyê ye û gelek berpirsyariyên wî di vê partiyê da hebûne.

 


 

Serepeyv