HSD: Serkirdeyekî DAIŞê li Hesekê hat girtin
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku ji aliyê hêzên wan ve serkirdeyekî DAIŞê li gundewarê Hesekeya Sûriyê hat girtin.
Navenda Ragihandinê ya HSDê, ragihand ku Yekîneyên Taybet ên ser bi hêzên wan ve, operasyoneke ewlehî, li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê, li gundewarê bajarokê Mergeda yê ser bi başûrê parêzgeha Hesekê, encam da.
Di çarçoveya wê operasyonê de, hêzên Yekîneyên Taybet ên ser bi HSDê, serkirdeyekî şaneyên veşartî yên terorîstên DAIŞê li gundê Seida yê li başûrê bajarokê Mergeda girtiye.
Li gorî heman zanyariyan, li navçeyên gundewarê başûrê Hesekê û bakurê Dêrazorê, terorîstê serkirdeyê DAIŞê yê girtî, bi karên teqandina otomobîlan radibû, herwiha êrîşî xalên ewlehiyê yên hêzên HSDê û Asayişê dikir.
HSDê nîşan bi wê yekê jî daye ku ew serkirdeyê DAIŞê, berê çekdarekî rêxistina bi navê (Bereya Nusre) bû.
Di dema girtina wî serkirdeyê DAIŞê de, hejmarek ji belge, çek û teqemeniyan ligel wî hatine girtin.