Ev salek û 5 meh in ku Tirkiyê ava çemê Firatê li ser xaka Sûriyê qut kiriye
Dewleta Tirkiyê bi qutkirina ava çemê Firatê hemû nirx û pîvanên mirovî binpê dike û jiyana bi milyonan sûrî dixe xeteriyê.
Sûriyên li ber çemê Firatê dijîn û şêniyên bi hezaran gund, bajarok û bajar ji ber kêmbûna rêjeya ava çemê di metirsiyê de ne.
Di çarçoveya şerê xwe yê bi Sûriyê û Îraqê re de, Dewleta Tirkiyê stratejiya talankirina ewlehiya avî ya herdu gelan dimeşîne, ku ji ber kiryarên Dewleta Tirkiyê gelek çem û kaniyên herdu welatan di çend salên borî de zuha bûn.
Di 27'ê Çileya 2021'an de Rêveberiya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku ji ber qutkirina avê ji aliyê Dewleta Tirkiyê ve rêjeya ava çemê Firatê kêm bûye.
Rêjeya ava gola Firatê ku ew jî mezintirîn gola çêkirî ya Sûriyê ye, 6 metre kêm bû. Li gor rûbera golê ya hezar kîlometre çargoşe ye ev rêjeyeke mezin e. Tê zanîn ku av ji bo afirandina kehrebe û belavkirina wê li Reqa û Dêrazorê tê bikaranîn, her wiha di havîna 2021'an de rêjeya golê û çemê heta asteke gelekî nizm kêm bûbû.
Ji 500 rojan ve Dewleta Tirkiyê ava çemê Firatê qut kiriye ku ev yek jî dikeve nav kiryar, sûc û komkujiyên hovane yên li dijî gelên herêmê.
Dewleta Tirkiyê avê bi rêjeya 200 metrekab di her saniyekê de dide xaka Sûriyê, lê ev miqdar ne li gorî lihevkirina di navbera Enqere, Şam û Bexdayê de ye ku divê Tirkiyê di her saniyekê de 500 metrekab av berde.
Dewleta Tirkiyê bi vê kiryara xwe, lihevkirina parvekirina avê û rêgezên exlaqî bin pê kirin û jiyana şêniyên bi sedan gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li ser beravên çemê Firatê ye, dixe xeteriyê. Qutkirina avê bû sedema zuhabûna rûbara çemê ku bi xwe re bandor li çandiniyê, derxistina kehrebe û peydakirina ava vexwarinê kir.
Dorpêça aborî ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kêmbûna ava çemê Firatê bandoreke neyênî li berhemdayîna herêmê dike ku beşeke mezin a rêgeza xwetêrkirinê pêk tîne.