Hezîran 15, 2022 10:53 Asia/Tehran
  • Civîna Astanayê ya ji bo çareserkirina krîza Sûriyê dest pê kir

Di civîna Astanayê de nûnerê Rûsyayê êrîşa Îsraîlê ser Sûriyê û hebûna hêzên Amerîkayê li wî welatî rexne kir.

Civîna bilind a du rojan îro Çarşemê li paytexta Qazaxistanê Nûrsultan dest pê kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Aleksander Lavrentyev, nûnerê taybet ê serokomarê Rûsiyê li destpêka 18`emîn civîna Astanayê got ku êrişên Israîlê bo ser Sûriyê nayên qebûlkirin û diyar ku eva mijarek e ku li Nûrsultanê tê gotûbêjkirin, 

Vî dîplomatê Rûs bal kişande ser hebûna hêzên Amerîkî li Sûriyê û talankirina petrola wî welatî bi behaneya şerê li dijî DAIŞê û da zanîn ku "emê di civîna Astanayê de behsa hebûna neqanûnî ya Amerîkayê li Sûriyê bikin."

Nûnerê Rûsyayê di civînê de amaje bi wê yekê jî kir, ku tevî şerê Ukraynayê, lê çareserkirina pirsa Sûriyê yek ji karên sereke yên siyaseta derve ya Rûsyayê ye.

Şanda Sûriyê bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Derve Eymen Sûsan, bi awayekî cuda ligel şanda Rûsyayê civiya.

Elî Esxer Xacî, şêwirmendê payebilind ê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê jî beşadarî civîna Astanayê bûye.

Gotûbêjên Astanayê bi însiyatîfa Komara Îslamî ya Îranê û bi hevkariya Rûsiye û Tirkiyê, ji Çileya 2017`an bi armanca pêkanîna aştiyê li Sûriyê dest pê kir.

Serepeyv