Hezîran 12, 2022 09:37 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, QSD û MSD'ê geşedanên dawî nîqaş kirin

Meclisa Sûriyaya Demokratîk (MSD), Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê (Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê) û Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) li bajarê Hesekeyê civînek li dar xist. Di civînê de geşedanên dawî, gefên dewleta Tirkiyê , her wiha dosyayên siyasî, aborî, xizmetguzarî, ewlehî û leşkerî hatin nîqaşkirin.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Ji fermandariya QSD'ê Mezlûm Ebdî û Newroz Ehmed, fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla, fermandarê hêzên Senandîd Bender Himêdî Deham El-Hadî, seroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed û hevserokên MSD'ê Emîne Omer û Riyad Derar, her wiha hevserokên Meclisa Rêveber a Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û Ebid Hamid El-Mihbaş û Bêrîvan Xalid, cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid û endamên Komîteya Têkiliyan a MSD'ê amade bûn.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre geşedanên dawî ên siyasî û gefên dewleta Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nîqaşkirin.

Civîn 2 saetan ji ragihandinê girtî dewam kir.

Li gor çavkaniyan ji nava civînê, beşdaran helwesta dewletên garantor ên peymanên Cotmeha 2019'an, amadekariyên leşkerî li hember gefên dewleta Tirkiyê, tedbîrên ku dibe ji aliyê saziyên leşkerî, rêveberî û siyasî bên girtin û mekanîzmeyeke hevbeş bê destnîşankirin, gotûbêj kirin.

Civîn bi danîna nexşerêyekê ji aliyê saziyên MSD, QSD û Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ve ji bo bi geşedan û encamên wê li herêmê tev biger bi dawî bû. Her wiha hate diyarkirin ku pêwîstî bi zêdekirina xebatên siyasî, dîplomatîk û leşkerî li ser asta herêmî û navneteweyî û yekirina helwestê û agahdarkirina dewletên garantor heye ku bi erkên xwe yên li hember herêmê rabin.

Di vê der barê de cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid diyar kir ku di civînê de, mijarên siyasî, aborî, xizmetguzarî, ewlehî û leşkerî hatin nîqaşkirin û got: "Ev civîn ji ber rewşeke cuda di encama gefên berdewam ên dewleta Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hat lidarxistin.''

El-Ebid got: "Me bi hemû awayan pabendî bi peymanên 2019'an ên agirbestê di navbera Rûsya û dewleta Tirkiyê li aliyekî û di navber Koalsyona navneteweyî bi serkêşiya Amerîka û dewleta Tirkiyê li aliyê din de kir, lê dewleta Tirkiyê ne cidî ye."

Hemdan El-Ebid diyar kir ku ji bo parastina serweriya Sûriyê girîng e di navbera QSD'ê û artêşa Sûriyê koordîne hebe.

Di dawiyê de cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid got: "Pêwîstî bi zêdekirina xebatên siyasî û dîplomatîk heye da em dengê xwe bigihînin NY, civak û Koalisyona Navneteweyî."

Tê payîn ku komîteya sê alî ya ji Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, QSD û MSD'ê encamnameya civînê ragihîne.

Hêjayî gotinê ye ku komîteya sê alî civîna xwe ya yekemîn di 24'ê Cotmeha 2021'an de li dar xistibû.

Serepeyv