Hezîran 10, 2022 11:54 Asia/Tehran
  • Beşar Esed: Em ê li dijî êrîşa Tirkiyê ser Sûriyê li ber xwe bidin

Serokomarê Sûriyê Beşar Esed derbarê operasyona muhtemel a Tirkiyê li ser xaka Sûriyê de got, “Heger dagirkeriya Tirkiyê hebe, di destpêkê de dê gel li ber xwe bide. Bê guman, li cihên ku artêşa Sûriyê lê bi cih bûye. Heger şert û mercên leşkerî rê bidin pevçûnên rasterast, em ê wê bikin.”

Beşar Esed di hevpeyvînekê xwe ya bi Russia Today re bersiva pirsên derbarê geşedanên herêmî, şerê Rûsya û Ukraynayê û operasyona muhtemel a Tirkiyê li bakurê Sûriyê da.

Beşar Esed diyar kir ku Rûsya niha li dijî şerekî ye ku "bi berfirehkirina NATOyê nayê ravekirin", şerekî li dijî Rûsyayê ku beriya Şerê Cîhanê yê Yekem dest pê kiriye.

Esed diyar kir ku Rûsya hevsengiya navneteweyî diparêze û got, “Em dikarin ji du aliyan ve li mesela Rûsyayê binerin. Di serî de wekî hevpeyman, heger hevpeymanê me di şerekî de bi ser bikeve an jî di qada navneteweyî de bi hêz bibe, ev ji bo me jî serkeftin e.

Ya duyemîn, hêza Rûsyayê îro hevsengiyeke navneteweyî pêk tîne. Ev hevsengiya nû bandorê li welatên biçûk di nav de Sûriye jî dike.”

Li ser pirsa derbarê operasyoneke muhtemel a Tirkiyê, Esed destnîşan kir ku ew ê li hember her operasyoneke Tirkiyê li ber xwe bidin û heger şert û merc destûrê bidin dê bersiva leşkerî bidin.

Esad diyar kir ku beriya niha di navbera artêşa Tirkiyê û Sûriyê de şer derketibû û anî ziman, “Heger dagirkeriya Tirkiyê hebe, di destpêkê de dê gel li ber xwe bide. Bê guman, li cihên ku artêşa Sûriyê lê bi cih bûye. Heger şert û mercên leşkerî rê bidin pevçûnên rasterast, em ê wê bikin.

Berî 2 sal û nîvan di navbera artêşa Tirkiyê û artêşa Sûriyê de şer derketibû û artêşa Sûriyê karibû çend bargehên Tirkiyê yên di nav axa Sûriyê de, têk bibin. Bi qasî ku şiyana me ya leşkerî destûrê bide wê ev rewş wiha be. Wê berxwedaneke gel jî hebe.”

Serepeyv