Hezîran 08, 2022 23:42 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Reqaya Sûriyê: HSD'yê çeteyekî DAIŞ’ê yê berpirsê leşkerkirin û tevlêkirinê girt

HSD'yê da zanîn ku li Reqayê çeteyekî DAIŞ’ê yê berpirsê “leşkerkirin, tevlêkirin û karên îstîxbaratê” girtiye.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser malpera xwe ya fermî ragihand: "Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) yên girêdayî HSD'yê li Reqayê çeteyekî rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst ku berpirsê kiryarên leşkerkirin, tevlêkirina terorîstan û karên îstîxbaratê ye, girt."

HSD`ê daxuyand ku operasyon li ser agahiyên îstîxbaratî hatiye lidarxistin. Dûre operasyonên şopandinê pêk hatin. Yekîneyên Antî-Terorê bi ser mala ku çete li Reqayê xwe tê de vedişart girt û çete girt, mal hate kontrolkirin û gelek alavên peywendiyan ên li gel çete hatin desteserkirin.

HSD bi rêya operasyonên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li dijî şaneyên DAIŞ’ê, şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê didomîne.

 

Serepeyv