Hezîran 08, 2022 23:41 Asia/Tehran
  •  Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya topbarana 10 rojan a Tirkiyê eşkere kir

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya 10 rojan a êrişên artêşa Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê yên li dijî gundewarên bakurê rojavayê Minbicê eşkere kir.

Hawar Newsê nivîsiye: Dewleta Tirkiyê êrişên li dijî gundewarên bakurê rojhilatê Minbicê zêde kirin û di encamê de ziyanên madî çêbûn.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê têkildarî encamên êrişan ev agahî dan:

"Dagirkeriya Tirkiyê hewl dide aloziyên xwe yên derve ji raya giştî ya Tirkiyê re wek serkeftineke xeyalî bide xuyakirin. Di heman demê de hîn jî li hemû eniyên Minbicê operasyonên dijminane pêk tîne.

Dewleta Tirkiyê di dirêjahiya 10 rojên derbasbûyî de li eniyên bakur û rojavayê Minbicê ev sûc pêk anîne:

Artêşa Tirkiyê rojane gundên Hoşeriyê, Cat, Toxar, Ewn Dadat, Mihsenlî, Ereb Hesen, Um Edese, Seyade, Yalinlî, Qertwêran, Kor Hiyûk, Ceble Hemra, Boxaz, Kewiklî û bajarokê Erîme ketober topbaran kirin.

Di heman demê de artêşa Tirkiyê ji baregehên xwe yên li hemberî eniyan, gundên Qîrate, Toxar, Helûncî, Yaşlî, Şêx Nasir, Zerzor û Şiweyhe kirin armanc.

Dewleta Tirkiyê ev baregeh ji bo tirsandina niştecihan bi kar anîn û di 01.06.2022’an de bi balafirên bêmirov ên biçek gundê Ereb Hesen bombebaran kir.

Her wiha 2`yê Hezîranê çeteyan 3 caran û ji 3 aliyan ve hewl da bikevin gundê Mihselî, lê bi saya berxwedana hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldanên wan têk çûn.

3`yê Hezîranê jî hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên li eniya bakur çeteyekî "Mertalê Firatê" yên girêdayî artêşa Tirkiyê kuşt, her wiha çeteyekî din jî dema hewl dida mayinan li derdora gundê Mihsenlî biçîne, birîndar bû.

Di encamê de, di 10 rojan de 445 top li gundan ketine û zirarên madî çêbûne."

Serepeyv