Hezîran 05, 2022 10:48 Asia/Tehran
  • Li Efrînê bo car yekê dirûşma ‘Tirkiye ji Sûriyê derkeve’ hat bihîstin

Li herêmên ku Tirkiyê li Sûriyê dagir kirine, bi taybet li Efrînê xwenîşandan didomin û jibo cara yekan durişma ``Tirkiye ji Sûriyê derbikeve`` hat bihîstin.

Şeva şemîyê li şarên Efrîn, Bab, Ezaz û Mareyê ku ji hêla Tirkîyê va hatine dagirkirinê, xwenîşandan dijî vî welatî hatin lidarxistin. 

Li şarê Efrînê li pêş baregehên Kompanya Elektirîkê ya Tirkiyê xwenîşandanek hate lidarxistin.

Xwepêşandan li dijî bihabûna nirxê elektirîkê û qutkirina wê hatibû kirin.  Xwepêşanderan berê xwe dan nav baregehê Kompanya STE Enerjî û amûrên wê têk dan û paşê jî agir berdan beşekî wê.

Ligorî agahîyan nerazîyan bi durişma Tirkîye ji Sûrîyê derkeve êrişî avahiya şaredariyê û rêveberiya nifûsê. Avahîyên ku çavdêr dibêjin jibo guhertina dêmogirafîya herêmê hatine damezirandin.

Çavdêrên sîyasî dibêjin ku ew xwenîşandan encama nerazîbûneke demdirêj in û yê berfire û berdewam bin ji ber ku mafên gelên wan herêmana nayên berçavgirtinê nemaze yên di warê merivan da.