Hezîran 02, 2022 21:49 Asia/Tehran
  • Ji Mezlûm Kobanî bangewaziya derbarê êrîşa Tirkiyê bo ser bakurê Sûriyê de

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk, General Mezlûm Ebdî (Kobanî) ji ber gefên Tirkiyê yên destpêkirina êrîşeke nû ya li dijî Rojavayê Kurdistanê nîgeraniya xwe anî ziman û bang li civaka navdewletî û aktorên di rewşa Sûriyê de kir ku “pêşî li trajediyên nû bigirin û piştgiriyê bidin kêmkirina aloziyan.”

Di wan demên dawî de Tirkiye gefên xwe li dijî kurdên Sûriyê li Bakur Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) zêdetir kirine. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û wezîrên berevanî û derve yên Tirkiyê di du heftiyên bihorî de çend caran gef xwarine ku artêşa Tirkiyê dê di demeke nêzîk de operasyoneke nû li bakurê Sûriyê pêk bînin.

Herî dawî Erdogan duh Çarşembê gefên li dijî kurdên Sûriyê dubare kir û ragihand, ew dê destpêkê bajarokê Til Rifet û bajarê Minbicê ji dest hêzên Kurdî derxînin.

Li beramber zêdebûna gefên Tirkiyê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk, General Mezlûm Ebdî daxuyaniyek da.

Mezlûm Ebdî li ser Twitterê dilgiraniya xwe li hember îhtimala operasyoneke nû ya Tirkiyê li dijî navçeyên bin destê kurdên Sûriyê anî ziman û ragihand, “Em ji tehdîdên nû yên Tirkiyê yên ku metirsiyeke mezin li ser Bakurê Sûriyê çêdike, nîgeran in.”

Mezlûm Ebdî amaje bi bandorên neyînî yên îhtimala êrîşeke nû ya Tirkiyê li dijî kurdên Sûriyê dike û dibêje, “Her êrîşek dê Sûriyan parçe bike, krîzeke mirovî ya nû çêbike, û niştecihên eslî û awareyan koçber bike. Zêdebûna aloziya nû dê bandoreke neyînî li kampanya me ya li dijî DAIŞê jî bike.”

Fermandarê Giştî yê HSDê bang li civaka navdewletî dike û dibêje, “Em bang li aktoran dikin ku pêşî li trajediyên nû bigirin û piştgiriyê bidin kêmkirina aloziyan.”

Serepeyv