May 29, 2022 18:47 Asia/Tehran
  • Îhtîmala ku Tirkiye ji nû ve êrîşî Bakurê Sûriyê bike, pir zêde ye

Endamekî Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê (PDK.S) ragihand: “Dibe ku Erdogan çiraya kesk ji welatên bihêz wergirtibe, ku gefan li Kurdistana Sûriyê dixwe”.

Endamê Komîteya Navendî ya PDK.S Ebdulrehman Apo di hevpeyvînekê de ligel KurdPressê, li ser îhtîmala êrişa bejayî ya artêşa Tirkiyê bo ser Kurdistana Sûriyê ragihand: Tirkiye yek ji wan welatên dagîrker e ku tama Kurdistanê heye û dijminê dîrokî yê kurdan e û her tim dixwaze hêviyên kurdan têk bibe, lewma ji roja yekem a geşedanên Sûriyê ve bû yek ji krîzsazên sereke li Sûriyê.

Wî berdewam kir: Tirkiye xemsariya hêzên navdewletî û berjewendiyên hêzên cîhanî û welatên herêmê û hikûmeta Sûriyê û komên tawankar ji bo dagîrkirina navçeyên kurdî yên Sûriyê bi kar tîne.

Ebdulrehman Apo herwiha got: “Tirkiyê deverên Kurdistanî yên Efrîn, Bab û Ezaz, Cerablûs, Serê Kanî û Girê Spiyê dagîr kirine û niha jî li dû êrîşeke din e.

Wî di dewamê de got: “Piştî şerê Rûsyayê li Ukraynayê hinek plan û senaryo hatin guhertin. Tirkiye gefan li navçeyên kurdan dixwe û topbaran dike û Erdogan di daxuyaniyekê de ragihand ku dil heye milyonek penaberên Sûriyê li navçeyên kurdan bicih bike.

Endamekî Komîteya Navendî ya PDK.S ragihand: Pêncşema borî civîneke asayişa niştimanî ya Tirkiyê hat lidarxistin û deng li ser kiryara leşkerî hat kirin. Armanca Tirkiyê avakirina Împeratoriya Osmanî ye.

Wî bi bîr xist: Tirkiye bi nepejirandina endamtiya Swêd û Fînlandayê di NATO de, niyeta xwe ya operasyoneke nû li dijî Kurdistana Sûriyê eşkere kir.

Ebdulrehman Apo herwaha got: ‘’Eger êrîşeke nû bê encamdan wê demê pirsgirêka Kurd li Sûriyê dê zêdetir nezelal bibe.’’ Tirkiyê bi hinceta rizgarkirina Bakurê Sûriyê Kurdistana Sûriyê wêran kir.

Serepeyv