Rûsya: Tirkiye nikare li hemberî tiştên li Sûriyê diqewimin xemsar bimîne
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku ew bi biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 2254an li Sûriyê dimînin û destnîşan kir ku Tirkiye nikare li hemberî tiştên li Sûriyê diqewimin xemsar bimîne. Daxuyaniya Lavrov wek rêdan ji bo operasyona Tirkiyê ya li dijî kurdên Sûriyê hat şîrovekirin.
Sergey Lavrov di hevpeyvîna xwe ya li ser malpera Erebî ya organa medyaya Rûsyayê, Russia Today (RT) de derbarê hebûna Rûsyayê li Sûriyê de daxuyaniyek da.
Lavrov li ser hêzên Rûsyayê yên li Sûriyê got, "Em li ser daxwaza serokê dewletê û hikûmeta rewa ya welêt li Sûriyê ne. Em li gor peymanên Neteweyên Yekbûyî li wir in û em biryara 2254 Konseya Ewlekariyê ya NYyê cîbicî dikin. Em ê vê yekê bidomînin û piştgiriyê bidin hewldanên rêveberiya Sûriyê ji bo bidestxistina axa xwe.”
Lavrov bal kişand ser wê yekê ku li Sûriyê ji welatên curbicur hêz hene û got, "Hîn jî yekîneyên artêşên wan welatan hene ku kesî gazî wan nekiriye. Leşkerên Amerîkayê hîn jî beşeke mezin ji rojhilatê Firatê dagir kirine. Hewl didin li wir qaşo dewletekê ava bikin, piştgiriyê didin parçebûnê û bi hestên beşek ji Kurdên Iraqê dilîzin. Bi vî awayî pirsgirêkên ku Kurdên Iraqê û Sûriyê dike yek ava dikin."
Lavrov da zanîn ku ev hemû rewş li herêmê dibe sedema aloziyê û got, "Tirkiye helbet nikare li hemberî van xemsar bimîne. Em dixwazin ev pirsgirêk di çarçoveya rêzgirtina li serxwebûn û yekîtiya axa Sûriyê de bên çareserkirin."
Wezîrê Derve yê Rûsyayê her wiha anî ziman, "Em bi Kurdan re jî hevdîtinan dikin. Em bang li wan dikin ku bi baldarî bibînin ku Amerîka çawa sozan dide û bi cih naîne. Rewatiya navneteweyî daynin aliyekî li gorî bingehên pragmatîk jî bi Şamê re diyalogeke cidî û di dewleteke yekbûyî de jiyana xwe birêxistin bikin û lihev bikin çêtir e."