May 24, 2022 09:53 Asia/Tehran
  •  Li Qamişloyê ji ber bahoza tozê 12 kes rakirin nexweşxaneyê

Li bakûr û rojhilatê Sûriyê jî pêleke bahoza tozê dest pê kiriye û duh li bajarên Qamişlo û Hesekeyê û bajarokên derdorê tozbarîneke dijwar heye.

Li bajarê Qamişloyê yê bakûr û rojhilatê Sûriyê ji ber bahoza tozê, rewşenên bêhntengiyê zêde bûn û herî kêm 12 kes rakirin Nexweşxaneya Niştimaniya Qamişloyê.

Rêveberê Desteya Giştî ya Nexweşxaneya Niştimaniya Qamişlo, Omer El-Akob ragihandiye, hemû xizmetguzariyên pizîşkî û hawarhatinê ji bo kesên hewcedar di rewşek wek niha de tên pêşkêşkirin û tekez kir, hemû tîmên pizîşkî ji ber bahoza tozê di amadebaşiyê de ne.

Li bajarê Hesekeyê jî bi sedema bahoza tozê heta niha tenê kesek rakirine nexweşxaneyê.

Tozbarîna dijwar a li navçeyên bakûr û rojhilatê Sûriyê bandor li jiyana asayî ya xelkê kiriye, herwiha bandorek mezin li çandiniya li herêmê jî kiriye.

Serokê Daîreya Hilberîna Riwekan Endezyar Celal Bîlal ji ajansa fermî ya Sûriyê SANA re axiviye û gotiye, pêla dijwar a tozbarîna îsal bandorek pir xirab û neyênî li berhemên genim û ceh dike.

Serepeyv