May 23, 2022 18:19 Asia/Tehran
  • Îlham Ehmed: Tirkiye li dû jinavbirina hemû kurdan e

Seroka Komîteya Cihanînê ya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) wek berteka li hemberî êrîşên vê dawiyê yên Tirkiyê li ser Kurdistana Iraq û Sûriyê, armanca van êrîşan jinavbirina hemû kurdan û dagirkirina navçeyên kurdnişîn da zanîn.

Îlham Ehmed bi beşdariya li civînekê li bajarê Silêmaniyê ku bi beşdariya rewşenbîr, nivîskar û çalakên siyasî û civakî hat lidarxistin, got: Hikûmeta Tirkiyê bi behaneya "şerê dijî terorîsmê" êrîşî ser bakûr û bakûrê rojhilatê Sûriyê dike, lê armanca wê ya sereke dagirkirina van navçeyan e.

Wê got: Erdoxan û partiya wî ku hezkirîbûna xwe ji dest daye û di hilbijartina bê da dê têk biçe, ji bo mayîna xwe şêrr bi rê dixin.

Îlham Ehmed bi gotina vêya ku Tirkiye êrîşî ser hemî kurdan dike û ji bo wê "Kurdê baş û nebaş" tune, li ser hevgirtina li hemberî êrîşên Tirkiyê tekez kir.

Seroka Komîteya Cihanînê ya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) her wiha got: Rewşa jiyanê li Efrînê gelekî xerab e. Li Efrînê gel tûşî revandin, kuştin, girtin, lêdan û talankirinê ye. Ev mesele bi rastî cidî ye.

 

 

Serepeyv