May 20, 2022 16:22 Asia/Tehran
  • Tirkiyê gundên Şehbayê topbaran kirin

Artêşa Tirkiyê gundên Semuqa, Til Medîq û bendava Şehba yên herêma Şehbayê bi dijwarî topbaran kirin.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Li gorî agahiyên ku ji herêmê Artêşa Tirkiyê gundên Semuqa, Til Medîq û bendava Şehbayê yên herêma Şehbayê bi dijwarî topbaran kirin. Heta niha derdora 70 top li wan deran ketine û zirarên mezin gihaştine zeviyên gundiya.

Her wiha Artêşa Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê gundê Meyasê yê navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê ya dagirkirî, bi obîsan topbaran dike.

 

Serepeyv