May 19, 2022 22:27 Asia/Tehran
  • Moskowê li ser raporên têkildarî bikaranîna mertala S-300 li Sûrîyê daxûyanîyek da

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê raporên têkildarî bikaranîna mertala berevanîya esmanî ya S-300 dijî balafirên cengê yên Rêjîma Sîyonîst li Sûrîyê derew da zanîn.

Mîxayîl Bogdanov Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê ragihand ku raporên têkildarî bikaranîna mertala berevanîya esmanî ya S-300 ji hêla artêşa wî welatî va li Sûrîyê dijî balafirên cengê yên israîlî ne rast in.

Wî herwiha got: Ez fikir dikim ku ew nûçe derew û sexte ne û ev mijara divê di gotûbêja tev hevkarên me yên leşkerî da were zelalkirin.

Ev nûçeya di halekî da hat weşandin ku berî wê gêreya di navbera Moskow û Tel Avîvê da bala medyayan ber bi xwe ve kişand.

Serepeyv