May 17, 2022 12:15 Asia/Tehran
  • ENKS: Vegerandina penaberan ji aliyê Tirkiyê ve guhertina demografiyê ye

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ragihand, vegerandina penaberên Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve, guhertina demografiyê ye, bi taybetî jî guhertina demografiya herêma Efrînê ye.

ENKSê derbarê plana Tirkiyê ya vegerandina penaberên Sûrî de daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Tirkiyê bi awayekî fermî projeya xwe ya ku navê 'Vegera Dildarî' lê kiriye, ragihandiye, da ku milyonek penaberên Sûrî yên li Tirkiyê vegerîne û 13 komelgehên li nava axa Sûriyê ya li ser sînorê xwe yê başûr, ji Ezazê heta Serê Kaniyê, bi cih bike.”

Di daxuyaniyê de ENKSê balê dikşîne ser wê yekê ku ragihandina vê projeyê ligel destpêkirina bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyê hevdem e û eger ew penaber li deverên xwe yên resen neyêne bicihkirin, ev proje dikeve çarçoveya şandina penaberan û guhertina demografiyê li wan deveran ku heta niha ev guhertina demografiyê didome, di nav wan de jî herêma Efrînê.

ENKSê di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye, tevî ku ew ligel mafê vegera penaber û koçberên Sûriyê ne, lê “ew operasyonên guhertina demografiya Sûriyê red dikin".

ENKSê herwiha eşkere kir, ev proje li dijî biryara navdewletî ya hejmara 2254 e û di nava xelkê Sûriyê de kêşe û aloziyan derdixe holê.

ENKSê diyar dike: “Ji ber vê yekê ENKS bang li Tirkiyê dike ku vê proja xwe sererast bike û bang li dewletên pêwendîdar dike ku derbarê Sûriyê de helwesteke zelal nîşan bidin.

Serepeyv