May 11, 2022 20:08 Asia/Tehran
  •   Tirkiyê bi dronan êrişî Kobanî û Şehbayê kir

Firokeyên bê firokevan ên artêşa Tirkiyê îro Çarşemê li herdu herêmên Kobanî û Şehbayê yên di bin desthilata Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de çend êriş pêk anîn.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Medyaya nêzîkî HSDê belav kiriye, îro dronên artêşa Tirkiyê li esmanê herêmên Kobanî, Şehba û Til Temirê digerin û li Kobanî û Şehbayê çend cih bombebaran kirine.

Li gor heman çavkaniyê, dronên artêşa Tirkiyê îro li navenda bajarê Kobanî û herwiha başûrê bajarê Kobanê êrişên esmanî pêk anîne.

Êrişa yekem li başûrê Kobanî û li ser rêya Helebê pêk hatiye, êrişa din jî li navenda bajarê Kobanî bûye.

Hin dîmenên piştî êrîşê li navenda bajarê Kobanî hatine belavkirin ku tê de xuya dibe ku zirar gihîştiye otomobîl û avahiyekê.

Artêşa Tirkiyê herwiha îro bi tank û topan êrişî gundên Um Qura û Um Hoş ên kantona Şehbayê jî kiriye. Herwiha dronên keşfê yên artêşa Tirkiyê li esmanê deverê digerin.

Li aliyekî din li esmanê Til Temirê û gundewarê wê jî tevgera dronên Tirkiyê heye.

Derbarê êrîşên îro de artêşa Tirkiyê hêj ti daxuyaniyek nedaye.

Herwiha hêj zirarên êrîşan nehatiye ragihandin.

Serepeyv