May 05, 2022 08:49 Asia/Tehran
  •  ‘Dewleta Tirkiyê kêmkirina ava çemê Firatê didomîne’

Cotkarên Reqayê amadekariyên xwe dikin da ku dest bi mewsima havînê bikin, lê dewleta Tirkiyê kêmkirina çemê Firatê didomîne. Berpirsê Nivîsgeha Avdanê ya Reqayê hişyarî da ku heke rewş wisa berdewam bike, dê kareseteke mirovî pêk were.

Dewleta Tirkiyê her sal di biharê de ava çemê Firatê kêm dike. Dewleta Tirkiyê careke din ava çemê Firatê kêm kir.

Li gorî lihevkirina sala 1987`an a di navbera Tirkiye, Sûriye û Iraqê de divê Tirkiyê di her saniyekê de ji her du dewletan re 500 metrekab avê berde.

Di vî warî de serokê Beşa Xebitandinê ya Komîteya Çandiniyê û Avdanê ya Reqayê Şêxnebî Xelîl got: “Her sal bi taybet di havînê de dewleta Tirkiyê ava çem kêm dike. Beriya du mehan herikîna avê derdora 300 heta 350 metrekab bû. Lê niha ev rêje daketiye 200 metrekaban.”

Xelîl diyar kir ku dewleta Tirkiyê ji vê yekê armanc dike fişarê li aborî û çandiniya li herêmê bike, nexasim ku piraniya şêniyên herêmê debara xwe bi çandiniyê û xwedîkirina sewalan dikin.

Xelîl wiha domand: “Heke rewş wisa bidome, dê karesteke mirovî di sektorên aborî û civakî de pêk were.”

Her wiha Xelîl diyar kir ku ew hewl didin avê ji cotkaran re peyda bikin da ku zirar negihêje hilberîna genim û bang li hemû cotkaran kir ku avê zêde xerc nekin da ku têra hemû cotkaran bike.

Di dawiyê de Şêxnebî Xelîl bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî kir ku bi lez mudaxele bikin û bikaranîna ava çemê Firatê bi destê dewleta Tirkiyê rawestînin.

Serepeyv