May 02, 2022 18:48 Asia/Tehran
  • Aldar Xelîl: Armanca Tirkîyê ji êrişa ser Herêma Kurdistanê, dagirkirina Şingalê û dorpêçkirina rêvebirîya Xweser e

Endamekî pillebilind ê PYD got: Êrişa Tirkîyê ser Herêma Kurdistanê bi armanca dorpêçkirina Rêvebirîya Xweser a Kurdistana Sûrîyê pêk tê.

 

Aldar Xelîl endamê pillebilind ê PYD dibêje ku Tirkîye bi êrişa vê dawîyê ser Herêma Kurdistanê dil heye ber bi Mûsil û Kerkûkê va here û diqewime ku Şingalê têxe bin kontrola xwe û di encamê da deverên di bin kontrola Rêvebirîya Xweser a Kurdan li Sûrîyê dorpêç bike.

Wî herwiha got: Tirkîye desta ji bilindfirrîn û zêdexwazîyê nakişîne, Heleb, Mûsil û Kerkûk beşeke peymana netewî ya impiratorîya osmanîyan bûn lewma Tirkîye her derfetkê jibo êrişa ser vê deverê bikar tîne, nemaze  rewşa nika ya leşkerî û sîyasî ya Iraqê.

Aldar Xelîl herwiha dîyar kir: Tirkîye tûşî tirsa ji kurdan bûye û ji piroja dêmokiratîk li Sûrîyê aciz e lewma Cerablos, Bab, Eizaz û Efrîn dagir kirin û nika xwe ji êriş û dagirkirina deverên nû ra hazir dike.