Nîsan 27, 2022 12:41 Asia/Tehran
  • Çeteyên Tirkiyê li Efrînê 3 welatiyên sivîl revandin

Çeteyên ser bi Tirkiyê li gundewarê Efrînê 3 welatiyên sivîl girtine û ti zanyarî li ser wan nahtine naskirin.

Berdevkê Rêxistina Mafên Miroan a Efrîn-Sûriye, Ibrahîm Şêxo ragihand ku grûpa çete ya bi navê “Polîsên Leşkerî” ya ser bi Tirkiyê, sê welatiyên sivîl ji nişteciyên gundê Dîkê li nahiyeya Bilbilê ya gundewarê Herêma Efrînê girtin.

Şêxo ragihand ku ji roja Pêncşemê 21ê vê meha Nîsanê ve, ew sê welatiyên sivîl hatine girtin, bêyî ku ti tometeke diyar li wan girê bidin ew ji xelkê gundê Dîkê ne, ti hûrgiliyên din derbarê girtina wan nehatiye diyarkirin.

Piştî dagirkirina Efrînê bi dehan komên çete yên ser bi Tirkiyê ve derbasî herêmê bûn û ji wê demê ve heta niha bi sedan binpêkarî di derheqê xelkên resen ên Efrînê de kirine.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çeteyên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.

Serepeyv