Nîsan 25, 2022 14:38 Asia/Tehran
  •  Li Helebê Komkujiya Ermeniyan hat bibîranîn

Li bajarê Helebê Ermeniyan bi rêya meşekê komkujiya sala 1915an bi bîr anî. Meşa bîranînê bi şev ji Kenîseya Ermenên Ortodoks bi bilindkirina ala û sloganên protestokirina komkujiyê destpê kir û ber bi goristan û monomenta taybet bi komkujiyê hat kirin.

Keşeyê Ermenî, Massis Zoboyan dibêje, “Em ligel vî cemawerê mezin ê gelê xwe ji kenîseyê hatine, em hatine careke din vî cihê pîroz, xwe ji şehîdên xwe re bitewînin, ku di komkujiyekê de bi destê tirkan hatine qirkirin. Piştî derbasbûna 107 salan, em hatine da cîhan û tirkan li ser vê komkujiyê agahdar bikin.”

Di navbera 1915 û 1923an de bi hezaran Ermenî ji komkujiya Osmaniyan rizgar bûn û li Helebê bi cih bûn.

Li gor Wezareta Diyaspora ya Ermenî, berî şerê navxwe yê Sûriyê nêzîkî 100 hezar Ermenî li vî welatî hebûn, lê niha çavdêr dibêjin tenê 25 hezar Ermenî mane, piraniya wan jî li Helebê ne.

Minas Agobiyan yek ji beşdarên merasima bîranîna komkujiya Ermeniyan a li Helebê jî dibêje, “Em komkujiya gelê Ermenî li ser erda Sûriyê bi bîr tînin, em Ermeniyên Sûriyê vê komkujiyê ne bi nerîneke etnîkî bi bîr tînin lê belê bi nerîneke mirovî ya giştî.”

Li gor Navenda Navdewletî taybet bi komkujiyan, di navbera salên 1915a û 1923an, di navbera 600 heta yek milyon û 800 hezar Ermenî bi destê Osmaniyan di salên şerê cîhanî yê yekem de hatine kuştin.

Serepeyv