Nîsan 23, 2022 10:57 Asia/Tehran
  •  Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Êrişên Tirkiyê dê bi xwe re atmosferekî ji bo vegera DAIŞ`ê bîne

Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyarî da ku êrişên domdar ên dewleta Tirkiyê yên li ser herêmê dê bi xwe re atmosferekî ji bo vegera DAIŞ`ê bîne. Her wiha bang li hêzên "Garantor" kir ku êrişên dewleta Tirkiyê rawestînin.

Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkidarî êrişên domdar ên dewleta Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye: "Li gel şert û mercên li cîhanê û bi taybet şerê li Ukraynê û bandorên wê li ser welatên cîhanê û herêmên me, dewleta Tirkiyê hewl dide siyasetên xwe yên li dijî gelên herêmê pêk bîne. Bi wê yekê hewl dide planên nû pêş bixe.

Dewleta Tirkiyê bi hovîtî di vê qonaxa nazik û girîng de siyaseta qirkirinê li dijî herêmên me dewam dike. Her wiha hewl dide ku geşedanên ne li gorî siyaset û timayên wê yên mêtîngeriyê, kontrol bike û bi rêya balafirên xwe yên bi çek destdirêjiyê li dijî herêmên me dewam dike. Herî dawî jî li Kobanê erebeyek hedef girt û di encamê de hevseroka Nivîsgeha Parastinê û hevrêyên wê yên li herêma Firatê şehîd bûn. Piştî wê bi du rojan jî navenda bajarê Kobanê topbaran kir.

Ev siyaset niyeta dewleta Tirkiyê ya têkbirina aramî û îstiqrarê û rewşa wê ya aloz nîşan dide. Erdogan wekî her carê dixwaze bala raya giştî ya Tirkiyê bide ser xeteriyên xeyalî yên li derve. Êrişên li ser Herêma Kurdistana Iraqê, Şengalê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî parçeyekî wê siyasetê ne.

Wekî Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê em vê siyasetê û van êrişên sistematik şermezar dikin. Di heman demê de em bi bîr dixin ku ev siyaseta dewleta Tirkiyê dê bandorê li tevahî Sûriyê û herêmê bike. Em teqez dikin ku divê hêzên garantiya lihevkirinên bi dewleta Tirkiyê re yên têkildarî Sûriyê dikin, bikevin tevgerê û rê li van êrişan bigirin. Ji ber ku ev rewş dê bi xwe re atmosferekî ji bo vegera DAIŞ`ê bîne û dê rola çeteyên piştgiriyê ji dewleta Tirkiyê werdigirin, xurt bike da ku siyasetên Tirkiyê yên dagirkeriyê li Sûriyê pêk bînin û Sûriyê parçe bikin."

Serepeyv