Nîsan 22, 2022 09:21 Asia/Tehran
  • Li Dêrazorê êrîşa DAIŞê: 2 şervanên HSDê canê xwe ji dest dan

Hat ragihandin ku di êrîşa terorîstên DAIŞê ya li Dêrezorê de 2 şervanên HSDê canê xwe ji dest dane.

Hat ragihandin ku îro li Dêrazorê di êrîşa li dijî nuqteya kontrolê ya HSDê de 2 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) canê xwe ji dest dane.

Çavkaniyekî serbazî ji HSDê li herêma El Sûr ji North Press re ragihand ku êrîşkar bi motorsîklet bûne.

Çavkaniyê diyar kir ku kesên nenas bi çekên otomotîk êrîşî nuqteya kontrolê ya HSDê ya li gundê El Wahîd ê bajarokê El Sûr a bakurê Dêrazorê kirin.

Hat diyarkirin ku şervanên HSDê yên li nuqteya kontrolê nêzî 20 deqîqeyan bi terorîstên DAIŞê re şer kirine û 2 şervanên HSDê di şer de canê xwe ji dest dane.

Hat eşkere kirin ku terorîstên DAIŞê bi motorsîkletan êrîş bi çekên kalaşnîkof pêk anîne û piştî ku gulleyên wan nemane reviyane.

Li aliyê din hat ragihand, DAIŞê piştî saetekê berpirsyaretiya êrişê girt ser xwe.

Serepeyv