Nîsan 22, 2022 08:44 Asia/Tehran
  • Leşkerên Tirkiyê sê ciwanên kurd ên Sûriyê li ser sînor îşkence kirin

Cendirmeyên Tirkiyê 3 ciwanên kurd ên Sûriyê li ser sînorê Kobanê girtin ew bi tundî îşkence kirin û avêtên ser sînor.

Hêzên Ewlekariya Navxwe ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku Cendirmeyên Tirkiyê 3 ciwan li ser sînorê Kobanî girtin ew bi tundî îşkence kirin

Asayişa Rêveberiya Xweser li ser malpera xwe ya fermî nivîsand ku hêzên wan ew 3 ciwan birine nexweşxneyên Kobanî.

Li gor daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Navxwe ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dema ku 3 ciwanan dixwstin ji Kobanî derbasî Tirkiyê bibin, Cendirmeyên Tirkiyê ew girtin û bi tundî îşkence kirin.

Pizîşkê ku ew kontrol kirine diyar kirine, dibêjin wan ciwanan derbeyên tund di rû, pişt û milê xwe de xwarine.

Serepeyv