Nîsan 18, 2022 16:15 Asia/Tehran
  • Dewleta Tirkiyê careke din ava çemê Firatê qut kir

Dewleta Tirkiyê ji destpêka Nîsanê ve careke din ava çemê Firatê li ser Sûriyê qut kir û bi nêzîkbûna dema çandiniyê re avê wek çekeke şer li dijî şêniyên herêmê bi kar tîne.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê, Piştî ku Dewleta Tirkiyê careke din av bi bendavên ku li Kurdistana Tirkiyê çêkirine girt, ava çemê Firatê ji destpêka Nîsanê ve dîsa kêm bûye.

Nivsîgeha Enerjî û Peywendiyan a herêma Cizîrê 4`ê Nîsanê ragihandibû ku Dewleta Tirkiyê avê wek çekekê li dijî şêniyên herêmê bi kar tîne û ji 2`yê Nîsanê ve ava çemê Firatê kêm kiriye.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), piştî ku Dewleta Tirkiyê ava çemê Firatê careke din qut kir, çemê Firatê gelekî kêm bûye.

Ev yek metirsiyên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdike ku heke Dewleta Tirkiyê kêmkirina avê berdewam bike dê zirarên mezin bigihêjin çandiniya herêmê.

SOHR`ê hişyarî da ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi karesatên mirovî û xwarinê re rû bi rû ne, bi taybet li herêmên Reqa, Hesekê, Dêrazor û Kobanê ku zêdetirî 2 milyon û nîv şêniyên wan herêman sûdê ji ava çemê Firatê digirin.

Serepeyv