Nîsan 18, 2022 10:10 Asia/Tehran
  • Rûsiyê gef li Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) xwar

Rûsiyê gef li Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) xwar ku eger dest ji dorpêçkirina navçeyên bin kontrola dewleta navendî ya Sûriyê li bajarê Qamişloyê nekişînin, dibe ku Tirkiye careke din êrîşî ser kurdên Sûriyê bike.

Çavkaniyên ssûrî ragihandiye ku eger Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji navçeyên bin kontrola dewleta navendî li Qamişloyê paşvenekişin, komên girêdayî bi Tirkiyê dê êrîşî ser bajarê Dêrbisî, Amûda û Qamişloyê bikin.

Di heyama du hefteyên derbasbûyî da, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) wek heyfstandina dorpêçkirina du taxên kurdnişîn ên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê li Helebê ji aliyê leşkera çarem a artêşa Sûriyê va, taxa nasyar bi çargûşeya ewlehiyê li bajarê Qamişloyê ku di bin kontrola hêzên dewleta Sûriyê da ye, dorpêç kirine.

Di çend rojên derbasbûyî da gelek civîn ji bo çareserkirina vê mijarê bi navbeynkariya Rûsiyê hatin lidarxistin, lê heta niha tu encamek ji wan derneketiye.

Çavdêrên siyasî bawer in ku Rûsiye li pey derfetekê ji bo anîna zextê li ser hêzên kurd û Tirkiye jî li dû rêyekê ji bo êrîşa dubare ser van navçeya bi çiraya kesk a Rûsiyê ye.

 

Serepeyv