Nîsan 17, 2022 14:24 Asia/Tehran
  • Li Heseka Sûriyê ji ber êrîşa droneke Tirkiyê 2 kes birîndar bûn

Droneke artêşa Tirkiyê gundê Til Tewîl ê navçeya Til Temirê ya ser bi herêma Hesekê li bakurê rojhilatê Sûriyê bombebaran kir û di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Li gor çalakvanên xwecihî, êvara borî li gundê Til Tewîl ê Aşûrînişîn ser bi bajarokê Til Temirê li rojavayê bajarê Hesekê, deroneke Tirkiye xaleke serbazî ya hêzên “Natûre” ser bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kir armanc.

Hat ragihandin ku di encam de şervanek birîndar bû û herwiha sivîlekî jî lingê xwe ji dest da.

Herwiha hat zanîn ku di heman demê de artêşa Tirkiyê û çeteyên girêdayî  wê gundên Mielek, Seyda û riya M4 ên li devera Eyn Îsayê topbaran kirin.

Di 9ê Nîsanê de jî, droneke Tirkiyê xaleke serbazî ya HSDê li Girê Kepez 13 kîlometre dûrî bajarê Dirbêsiyê yê kurdên Sûriyê kiribû armanc.

Serepeyv