Bergiriya asimanî ya Sûriyê li dijî êrîşan çalak bû
Nîsan 15, 2022 11:48 Asia/Tehran
Bergiriya asimanî ya Sûriyê berbanga Înê li dijî armancên êrîşker li ser derdora Şamê çalak bû.
Li gorî rapora IRNAyê, Çavkaniyeke leşkerî ji SANA Newsê ra got: Saet di 23 û 20 deqîqeyan a êvara Pênccşemiyê dijminê israîlî êrîşa asimanî ji aliyê bakurê Golan adagirbûyî pêk anî û çend niqteyên derdora rojavayê Şamê dan ber êrîş û Bergiriya asimanî ya Sûriyê li dijî vê êrîşê çalak bû û hin mûşek li asimên teqandin.
Li gorî vê raporê, ji ber vê êrîşê tenê ziyanên madî çê bûne.