Nîsan 13, 2022 13:52 Asia/Tehran
  • HSDê baregehên hikûmeta Sûriyê yên li Qamişlo û Hesekê dorpêç kirin

Parêzgarê Hesekê yê Sûriyê ragihand, ku bajar ji aliyê hêzên kurd ên bi navê Hêzên Sûriya Demokratîl (HSD) ên ser bi Amerîka ve hatiye dorpêçkirin.

Ji aliyê din ve HSDê bi daxuyaniyekê îdia kiriye ku wê tevî hêzên asayişê wek bersivekê li hember dorpêçkirina taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd ên Helebê (taxên Kurdan), baregehên hêzên dewleta Sûriyê li Heseke û Qamişlo dorpêç kirin.

Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, nêzîkî 200 hezar kes lê dijîn û piraniya wan Kurd in û di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ne.

HSD îdia dike ku firqeya Çarem a dewleta Sûriyê ji roja 13 Adara îsal ve xalên pişkinînê danîne û ew her du tax dorpêç kirine û rê nadin sotemenî û madeyên xwarinê û bi taybetî ard derbasî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bibin û xelk di rewşeke gelekî zehmet de dimînin.

Medya û çavkaniyên ser bi hikûmeta Sûriyê dibêjin ku HSDê bi hevahengiya Amerîkayê dest bi dorpêçkirina Hesekê û Qamişloyê kiriye.

Ev çend roj in alozî li Qamişlo û Hesekê di navbera hêzên HSDê û asayişê ji aliyekî û hêzên dewleta Sûriyê de ji aliyê din ve derketiye. Hêzên HSDê û asayişê dibêjin ji ber dorpêça Eşrefiye û Şêx Meqsûd ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê baregehên hikûmeta Sûriyê li Qamişlo û Heseke dorpêç kirine.

Ji aliyê xwe ve, Parêzgarê Hesekê Xesan Xelîl ji medyaya ser bi hikûmeta Sûriyê re ragihand, ji ber dorpêça HSDê, êdî madeyên xwarinê derbasî deverên wan nabin, madeyên li cem embarkirî bûn jî êdî ber bi nemanê ve diçin û ew niha di rewşeke xirap de ne.

Parêzgarê Hesekê amaje bi wê yek da, niha hêzên Rûsî ji bo çareserkirina rewşê û rakirina dorpêçê, navbênkariyê di navbera wan û HSDê de dikin.

Li hemberî hebûna hêzên Amerîkayê li bakur û rojhilatê Sûriyê û hevkariya HSDê bi wan re heya niha çendîn caran xelkê deverê nerazîbûnên xwe dane diyarkirin.

Hikûmeta Sûriyê bi caran ragihandiye ku armanca van çekdaran û Amerîkayê li rojhilat û bakurê rojhilatê Sûriyê bi tenê talankirina petrola Sûriyê ye û hebûna wan neqanûnî ye.

Serepeyv