Nîsan 11, 2022 14:41 Asia/Tehran
  • Bakûrê Sûriyê - Kildanên li Dêrikê cejna

Kildanên li Dêrikê dijîn, cejna Yekşema Palmiyeyê li dêra Mar Gerges a navçeyê pîroz kir.

Bi sedan Kildanî cejana  Yekşema Palmiyeyê li dêra Mar Gerges pîroz kir. Dêr bi şaxên xurme û zeytûnan hate xemilandin. Ev roj salvegera ketina pêxember Îsa ya bajarê Beytul Muqedesê (Orşelîm) ye, ku yekşema heftemîn a rojiyê  û ya dawîn a beriya Paskalya ye.  

Merasîm bi sirûd û dûayan ji aliyê keşeyê dêra Mar Gerges, Cemîl Şemûn Joshua ve dest pê kir.

Piştî rê û resem bi dawî kirin, beşdar li kolna sereke ya li pêşiya dêrê geriyan ku wekî ketina Mesîh ji bajarê Orşelîmê tê nîşandan.

Ji dêra Mar Gerges, Racîf Şemûn axivî û got:  "Bi boneya pîrozkirina cejan Yekşema Plamiyeyê em li vir li dêra Mar Gergeş kom bûne. Ev cejn beriya cejna  Paskalyaya Mezin tê pîrozkirin. Di nav Xiristiyanan de bi giştî ayîn û sembolên taybet ên vê rojê hene."

Piştre Şemûn ev roj li hemû cîhanê pîroz kir û hêvî kir bibe cejna hezkirin û aştiyê. Di dawiyê de şêranî li beşdaran hate belavkirin.

Serepeyv