Li Babê teqînek pêkhat: Kuştî û birîndar hene
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i333145-li_babê_teqînek_pêkhat_kuştî_û_birîndar_hene
Li Bajarê el-Babê yê li rojhilatê Heleba Sûriyê teqînekê rû da û di encamê de kuştî û birîndar hene.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 10, 2022 18:01 Asia/Tehran
  • Li Babê teqînek pêkhat: Kuştî û birîndar hene

Li Bajarê el-Babê yê li rojhilatê Heleba Sûriyê teqînekê rû da û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand, otombîleke bombekirî li nêzîkî rêbendeke grûpên çete yên ser bi Tirkiyê li deriyê bajarê Babê teqiya.

Li gor zanyariyên destpêkê, di teqînê de hejmarek kes hatine kuştin û birîndar bûne ku muhtemel e piraniya wan çeteyên Tirkiyê bibin, lê hejmara wan heta niha nayê zanîn.

Li Bajarê Babê û navçeyên ku di destê grûpên çete û terorîst ên ser bi Tirkiyê de ne, rewşa ewlehiyê gelekî xirap e û her car jî teqîn tên kirin.