Nîsan 10, 2022 11:22 Asia/Tehran
  • Nakokî û dijberiyên kûr, Itîlafa Opozîsyona Sûriyê ber bi perçebûnê dibe

Ji ber nakokî û dijberiyên kûr di nav Itîlafa Opozîsyona Sûriyê ku navenda wê ya sereke Istanbul e, ev Itîlaf rû bi rûyî perçebûnê hatiye.

Hinek serkirdeyên Itîlafa Opozîsyona Sûriyê hatine bi dûrxistin, hinek jî cuda bûn û daxuyanî li dijî hev belav kirin, ji ber vê yekê ev Itîlaf rû bi rûyî perçebûnê hatiye.

Rêveberê Ragihandina Itîlafa Sûriyê Ehmed Remezan ku yek ji kesayetiyên naskirî bû di nava Itîlafa Sûriyê de, cuda bû û bi navê Itîlafa Sûriyê - Teyar El Îslah daxuyaniyek belav kir.

Ehmed Remezan di daxuyaniya xwe de, dibêje serokê Itîlafê Salim Muslet, rastiyên di nava Itîlafê de vedişêre û dibêje ew dê hemû tiştên ku di nava Itîlafê de çêdibin eşkere bikin.

Ji aliyê xwe ve Serokê Itîlafê Salim Mulit jî daxuyaniyek belav kir û got, hinek daxuyaniyên sexte bi navê Itîlafê derdikevin, mebesta wî ew kesin ku ji nava Itîlafê derketine û bi navê Teyar El Îslah kar dikin.

Berî niha wezîrê derve yê berê yê Qeterê Hemed Bin Casim ji rojnameya Kuweytî Qebes re gotibû, opozîsyona Sûriyê bûye selete, hinek kes di nava Itîlafa Sûriyê de ajanên hikûmeta Sûriyê bûn û opozîsyon bûbû karê ticaret û bi destxistina pereyan.

Serepeyv