Nîsan 09, 2022 23:05 Asia/Tehran
  • Berdewam dizîna çavkaniyên petrolê yên Sûriyê ji aliyê Amerîkiyan ve

Hêzên dagîrker ên Amerîkayê bi berdewamî dizîna çavkaniyên nefta Sûriyê didomînin û bi dehan tankerên petrolê ji wî welatî derbasî Iraqê kirine.

Di van mehên dawî de, dagîrkerên Amerîkî bi sedan kamyonên barhilgir neft û çavkaniyên bin erdê yên ku ji Sûriyê hatine dizîn, veguhestine Îraqê.

Qaçaxkirina petrola Sûriyê û bikaranîna wê ji aliyê Amerîkayê ve bo hêzên xwe yên leşkerî di demekê de ye ku hikûmet û gelê Sûriyê rastî kêmbûna sotemeniyê hatine ku car caran kamyon bi saetan li benda dabînkirina sotemeniyê ne.

Li gorî rapora roja şemiyê ya ajansa nûçeyan a Sûriyê (SANA)`yê, hêzên dagirker ên Amerîkayê îro şemiyê karwanek ji 60 otombîlan pêk dihat ku di nav wan de hejmareke kamyon û bi dehan tankerên ku nefta Sûriyê dizîne, tevî otombîlên zirêxî jii riya neqanûnî ya derbasgeha El-welîd derbasî Iraqê kirin. 

Di meha sibat û adarê de jî hêzên dagîrker ên Amerîkî bi tevayî 154 tankerên petrola xav ku ji bîrên petrolê yên Sûriyê dizîn, bi hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) veguhestibûn bakurê Iraqê.

Şêwirmenda taybet a Serokê Sûriyê Bathîna Şeban berî niha gotibû: "Armanca hebûna Amerîkayê li Sûriyê piştgirîkirina terorê ye û herwiha dizîna samanên gelê Sûriyê ye".

Serepeyv