Efrîna dagirbûyî: Komên çekdar Girê Hibişko yê kevnar têk dan
Nîsan 08, 2022 09:59 Asia/Tehran
Li navçeya Raco ya Efrîna bakurê Sûriyê, komên çekdar ên ser bi Tirkiyê Girê Hibişkoyê li ser Çemê Reş ku girekî kevnar û dîrokî ye têk dan.
Roja Sêşemê komên çekdar li navçeya Racoya Efrîna 24 hezar û 500 metrên çarkunc ji Girê Hibişko li ser Çemê Reş têk dane. Ew gir cihekî kevnar e.
Li gor çavkaniyên xwecihî, çekdaran ew kar bi mebesta bidestxistina kelûpelên dîrokî kiriye, bi vî awayî ew girê ku şûnwareke dîrokî ye, têk dane.
Di 3ê Nîsanê de jî, komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve bi armanca talankirina şûnwaran 4 hektar ji girê şûnwarî yê Ziravka li gundê Omo yê ser bi Mabata ya Efrînê ve têk dabûn.