Nîsan 07, 2022 13:57 Asia/Tehran
  •  Bakûrê Sûriyê - Saziyên olî êrişên dewleta Tirkiyê ên li dijî perestgehan şermezar kirin

"Nivîsgeha Kar û Barên Olî û Kongereya Îslama Demokratîk" êrişên dewleta Tirkiyê ên li ser perestgeh û şêniyên herêmê şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kir ku dawî li sûcên wê bîne.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), "Nivîsgeha Kar û Barên Olî û Kongreya Îslama Demokratîk" têkildarî hedefgirtina perestgehan ji aliyê artêşa Tirkiyê ve, daxuyaniyek da raya giştî.

Daxuyanî ji aliyê endamê "Akademiya Îslama Demokratîk" Munîs El-Miwêys ve hate xwendin û endamên her du saziyan beşdarî xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê da hate gotin: “Dewleta Tirkiyê bi nûnertiya hikumeta AKP'ê ku îdiaya îslamê dike, hê jî êrişên xwe yên li ser gund û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şîrketa kehrebeyê, perestgeh û binesaziyê di vê meha pîroz a Remezanê de, didomîne û di encamê de bi hezaran şêniyên herêmê ji gund û bajarên xwe koçber bûne û di konên koçberiyê de êşên giran dikişînin.

Em bang li civaka navneteweyî, hemû rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û îslamî dikin ku agirbestê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînin, binpêkirinên dewleta Tirkiyê ên berdewam bi dawî bikin û koçberan vegerînin gund û bajarên wan."
 

Serepeyv