Nîsan 02, 2022 11:37 Asia/Tehran
  • Komeke ser bi Tirkiyê li şûnwarên kevnare yên Efrînê dikole

Koma bi navê Ceyşul Nuxbeyê ya bin sîvana piştevaniya Tirkiyê makîneyên kolandinê ji bo kolandina şûnwarên kevnare anîne nêzikî şûnwara kevnare ya Nebî Hûrî li derdora Efrîna bakurê Sûriyê.

Qada kevnare ya Nebî Hûrî li navçeya Şerayê li derdora bakurê rojhilatê bajarê Efrînê yê kurdtêda ye.

Di vê şûpnwara kevnare da goristaneke pîramîdî ya rûmî heye ku kevnatiya wê vedigere ssedsala sêyem a piştî mîladê. Her wiha Xwan an jî Karwanserayek û mizgeftek ku li ser dergeha wê sala 1859 hatiye nivîsî (di serdema desthilatdariya Osmaniyan da) li wir hene. Ev qad bi dîwarekî hatiye dorpêçkirin û bîrek jî tê da heye.

Kurd Pressê nivîsiye, şehedekî rûdanê ji North Pressê ra got: Vê komê bi hevkariya dellalên entîkeyan û bi bikaranîna dozer, makîneyên kolandinê û amûrên taybet ên vedîtina metalan, berê xwe daye qada Nebî Hûrî.

Tirkiye hevrê di gel komên girêdayî bi vî welatî di halê guhertina demografiya herêma Efrînê bi rêya kiryarên cûr bi cûr ji wan veguherandina perestgehên êzzdiyan bo mizgeftan û avakirina mizgeftên nû li navçeyê weke navçeya Basufanê li derdora Bajarê Efrînê ye.

 

Serepeyv