Adar 30, 2022 17:44 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Meclisa Ehdasê ragihand Teqîn li vê navçeyê ji ber tupên gazê pêk hatiye

Meclisa Ehdasê ya Sûriyê da zanîn ku li gorî agahiyên li ber destê wan, teqîna li navçeyê ji ber topa gaze çêbûye.

Meclisa navçeya Ehdasê ya devera Şehbayê li bakurê rojavayê Sûriyê ji çavkaniyên nûçan ên herêmî re destnîşan kir ku teqîna li Komîna 7`an a navçeyê, ji ber tupa gazê pêk hatiye.

Hatibû ragihandin ku heta niha cenazeyên 5 kesan ji bin kavilan derxistine û gelek kes jî birîndar in.

Endamên meclisê diyar kir ku xebatên lêgerînê berdewam in û li gorî agahiyên destpêkê, dema koçberên Efrîn û şêniyên kantona Şehbayê kom bûbûn da ku alîkariyên xwarinê wergirin, teqîn pêk hatiye.

Serepeyv