Adar 27, 2022 11:26 Asia/Tehran
  • Derbasbûna karwanê artêşa terorîst a Amerîkayê li Hesekê ji aliyê xelkê Sûriyê hat qedexekirin

Gundiyên gundekî parêzgeha Hesekê ya bakurê rojhilatê Sûriyê rê nedan karwanekî hêzên terorîst ên Amerîkayê derbas bibe.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhr, akinciyên gundê "Salihiyeh Herb" roja şemiyê bi hevkariya artêşa Sûriyê rûbirûyê karwanekî leşkerî ya Amerîkayê bûne û nehêştin karwan ber bi vî gundî ve biçe.

Çend roj berê jî hêzên artêşa Sûriyê ligel xelkê gundê Qebr El-Sexîr li devera Tel Temir li bakûrê parêzgeha Hesekê rêgirî li derbasbûna karwanekî hêzên dagirker ên Amerîkayê kirin.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel El-Miqdad herî dawî bang li dagirkerên Amerîkî û Tirkiyê kir ku demildest ji Sûriyê derkevin û tekez kir ku hebûna Amerîka û Tirkiyê li Sûriyê neqanûnî ye.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011`an va bi êrişa berfireh a komên têrorîst ên ku Erebistan, Emerîka, Tirkiye û hevalbendên wan piştgiriya wan dikin, ji bo guhertina hevkêşeyên navçê li gor berjewendiya Rejîma Siyonîstî, destpê kir.

Serepeyv