Adar 23, 2022 22:07 Asia/Tehran

Endamê Ofîsa Nûnertiya Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li Herêma Kurdistana Iraqê got: "Tirkiyê gefên xwe yên devkî li dijî kurdên Sûriyê kêm nekirine, lê em wer nafikirin ku bikare êrîşeke nû li dijî Kurdistana Sûriyê pêk bîne."

Li gorî nûçeya Kurd Pressê, Fethullah Huseynî, Endamê Ofîsa Nûnertiya Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li Herêma Kurdistana Iraqê di bersiva pirsa Kurd Pressê da got: Bêdengiya Receb Teyib Erdoxanê serokkomarê Tirkiyê piştî êrîşa Rûsiyê li ser Ukraynê, rê li ber lihevkirineke nû ji bo êrîşa dubare ya Tirkiyê li ser Kurdistana Sûriyê xweş nekir. Beriya şêrr Meclîsa Sûriya Demokratîk û Partiya Aştiyê li dû bidestxistina yekbûnekê li Rûsiyê bûn, lê bûyerên Ukraynê ev yekbûn bi paş da xist.

Huseynî her wiha got: Ev şer dibe sebeba kêmbûna çalakiya Rûsiyê li axa Sûriyê, lê ev nayê vê wateyê ku rewşa Tirkiyê li axa Sûriyê dê baştir bibe an jî Tirkiye wê derfetekê ji bo êrîşa li ser Sûriyê bibîne.

Endamê Ofîsa Nûnertiya Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li Herêma Kurdistana Iraqê got: Tirkiyê hîn helwêsta xwe derbarê NATO û Rûsiyê aşkira û ron nekiriye û ev yek li ser xêra kurdên Sûriyê ye.

Wî got: Xêra vî şerî ji tu kesî ra tuneye, lê Tirkiyê gefên xwe yên devkî kêm nekirine û em difikirin ku Tirkiye nikare êrîşeke nû li dijî Kurdistana Sûriyê pêk bîne."

 

 

Serepeyv