Adar 21, 2022 11:17 Asia/Tehran
  •  Bakûrê Sûriyê: Koçberên Serêkaniyê careke din dûrî warên xwe agirê Newrozê dada

Koçberên Serêkaniyê îsal jî li kampan cejna Newrozê pîroz kir. Beşdaran meşeleya Newrozê vêxist û cejna Newrozê pîroz kir.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê, Navenda Xabûr a Çand û Hunerê bi koordîneya Rêveberiya Meclisa Kampa Serêkaniyê, şahiya pîrozkirina Newrozê ji koçberên Serêkaniyê re li dar xist.

Rêveberiya kampê û beşdaran meşeleya Newrozê vêxistin û li dordorê govend gerandin.

Endamên Navenda Xabûr a Çand û Hunerê û nûnerên Kongra Star a Hesekeyê tev li şahiya pîrozkirina cejna Newrozê bûn.

Endama Kongra Star Cîhan Mihemed cejna Newrozê li koçber û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û got: "Newroza 2022an dê bibe cejna azadiyê û rizgarkirina hemû erdê dagirkirî."

Koma Tolhildan a Çand û Hunerê şano û stran pêşkêş kirin û beşdaran govend gerandin.

 

Serepeyv