Adar 19, 2022 15:58 Asia/Tehran
  • Di çaremîn salvegera dagirkirina Efrînê  da: Meşa bi dehan hezar kesî ya şêniyên Efrîn û Şehbayê

Bi boneya salvegera 4`an a dagirkirina Efrînê, bi deh hezaran şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê daketin qadan û got: "Berxwedan yekane rêya vegera birûmet e."

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Bi boneya salvegera 4`an a dagirkirina Efrînê û bi dirûşma "4 sal li ser mirina wijdanê mirovahiyê Efrîn tê qirkirin demografî û çanda wê tê guhertin", bi deh hezaran şêniyên herêma Efrînê daketin qadan.

 

Meş ji têketina navçeya Fafînê ya Herêma Şehbayê dest pê kir û li qada Siwaqe rawestî û veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso axivî û got: "Mana gel li Şehbayê garantiya vegera li Efrînê ye."

 

Xerîb Hiso ev li gotina xwe zêde kir: "Ji beriya 4 salan ve em dûrî erdnîgariya Efrînê dijîn, lê rih û hestên me li hundirê wê mane ji lewma mana gelê me li vir peyameke ku gelê Efrînê bi axa xwe ve girêdayî ne."

Xerîb Hiso diyar kir ji beriya 4 salan ve çeteyên girêdayî bi dewleta Tirkiyê sûcên hovane li dijî şêniyên Efrînê pêk tînin, ji ber ku kurd in.

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso îşaret bi pirrengiya çandên li Efrînê kir û got: "Beriya niha gelek pêkhate li Efrînê dijiyan, lê îro em wê pirrengiya çandî û etnîkî nabînin, ev jî nîjadperestiya dijmin û qebûlnekirina wê muzayîkê nîşan dide."

Serepeyv