Adar 19, 2022 11:17 Asia/Tehran
  • Tirkiyê bi topxaneyê êrîşî derdora Hesekeyê kir

Leşkerên Tirkiyê careke din derdora Hesekeyê li bakurê rojhilatê Sûriyê dan ber êrîşê.

Li gorî rapora SANA Newsê, Ji ber êrîşa hêzên Tirkiyê hin ziyan li malên gel li gundên Xerbe Şeyîr, Qebr Xeracene û Ebûşê li nêzikî bajarê Ebû Rasînê ketine.

 

Her wiha hejmareke gundên derdora Til Temirê li bakurê rojavayê Hesekeyê ketine ber ziyanê.

Hîn tu rapoirek derbarê gorî û ziyanên vê êrîşê nehatiye weşandin.

Di roja 27ê Sibatê da jî ji ber destdirêjiya Tirkiyê ser gundên Til Şenan, Derdare û Um Xeyrê li derdora Til Temirê hejmareke welatiyên sivîl ên sûrî birîndar bûn.

Artêşa Tirkiyê di mehên dawî da bi armanca piştevaniya ji terorîstan, baregehên artêş û binesaziyên Sûriyê dane ber êrîşê.

Tirkiye ji piştevanên sereke yên komên terorîst li Sûriyê ye û aniha hin navçeyên bakurê Sûriyê di bin dagirkeriya artêşa Tirkiyê da ne.

 

Serepeyv