Adar 18, 2022 18:47 Asia/Tehran
  • Beşar Esed: Welatên Rojava cîhan kiriye daristan

Serokomarê Sûriyê Beşar Esed şeva Pêncşemê got, "Rojava dinya veguherandiye daristanekê," û rexne li siyasetên rojava li dijî wî welatî girt.

Li gorî rapora roja Îniyê ya IRNA`yê, Beşar Esed di roja cîhanî ya mamosteyan de ji mamoste, fêrkar û xebatkarên beşa perwerdeyê yên sûrî re got: "Siyaseta ku ji aliyê rojava ve tê meşandin, siyaseta desthilatdariyê û veguherandina cîhanê bo daristanê ye".

Beşar Esed di berdewamiya axaftina xwe de got: Rojava îspat kir ku guh nade hiqûqa navneteweyî û saziyên hiqûqa navneteweyî binpê kiriye û cîhan kiriye daristan.

Serokomarê Sûriyê da zanîn ku Rojava di derew û xapandinê de jêhatî û pispor bûye û di dewamê de got: “Şerê Ukraynayê, Rojava li cem alîgirên wê rûreş û bêrûmet kir”.

Beşar Esed dibêjin Rojava dest daniye ser pereyên Rûsya, Sûriye û Lîbyayê, vêca azadiya milk û malê her kesî ya wî tê çi ye? Wî di dewamê de got: Her tiştê ku Rojava dibêje derew e û ew bi tenê li serwerî û talankirina cîhanê difikire.

Serokê Sûriyê berî niha bi rêya telefonê bi hevtayê xwe yê Rûsî Vladimir Putin re têkelî çêkiribû û piştgirî dabû operasyona leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê.

Serepeyv