Adar 18, 2022 13:29 Asia/Tehran
  • MSDê bang li NYê kir ku dawî li dagirkeriya Tirkiyê û terorîstan ser Efrînê bîne

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) daxwaza bidawîkirina dagirkeriya li ser Efrînê dike û tekez dike, “Rizgarkirina Efrînê karê me sereke ye.” Herwiha MSDê bang li NYê kir.

Sibe 18 Adarê ye, 4 sal di ser dagirkirina Efrînê re derbas dibin. Herêma Efrînê sala 2018 roja 18 Adarê, bi temamî ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve hatibû dagirkirin.

MSDê bi munasebeta 4emîn salvegera dagirkirina Efrînê daxuyaniyek belav kir.

MSD bibîr dixe ku şervanên YPG û YPJê, Hêzên Asayîş û hêzên xweparastina cewherî li hember êrişên artêşa Tirkiyê û grûpên çete 58 rojan berxwedaneke mezin nîşanda dan.

MSD dibêje, “artêşa Tirkiyê û grûpên çete ku piraniya wan girêdayî rêxistinên terorîst in herêma Efrînê dagir kirin û çekên qedexekirî jî li dijî xelkê Efrînê bikar anîn û sûcên şer encam dan û demografiya herêmê guhertin û welatî ji cihên wan derxistin.”

MSDê banga bi dawîkirina dagirkeriya Tirkiyê ji Efrînê re kir û got, doza Efrînê doza wan a sereke ye û divê Efrîn ji bin dagîrkeriyê rizgar bibe.

MSDê daxwaza avakirina komîteyên taybet û pispor kir ji bo ku “sûcên ku Tirkiyê û çekdar li Efrînê pêk tînin belge bikin û sûcdar werin dadgehkirin.”

MSD bang li Netewên Yekbûyî jî kir, “li hemberî vegera niştecihên Efrînê li warên xwe û rakirina hemû siyasetên guhartina demografiyê bi erka xwe rabe û garantiya vegera welatiyan bide. Di heman demê têkildarî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê komîteyan ava bike û dest bi lêpirsînê bike.”

Serepeyv