Li Idliba Sûriyê cendirmeyên Tirkiyê yên dagirker ciwanekî Sûrî kuştin
Adar 13, 2022 18:45 Asia/Tehran
Li gor zanyariyan ciwanekî Sûrî yê akinciyê bajarokê Korîn li bakurê Idliba Sûriyê dema dixwest derbasî aliyê Tirkiyê bibe, ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve hatiye gullebarankirin û di encam de canê xwe ji dest daye.
Li gor çalakvanên xwecihî, roja 12ê Adarê dema ciwanekî Sûrî yê 19 salî û akinciyê bajarokê Korîn li bakurê Idlibê dixwest derbasî aliyê Tirkiyê bibe, ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve hatiye gullebarankirin û di encam de canê xwe ji dest daye.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ji destpêka 2022 û heta niha 6 Sûrî li ser sînorê hevbeş ê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de bi gulleyên cendirmeyên Tirk hatine kuştin.