Adar 11, 2022 11:58 Asia/Tehran
  • Xwendekar û mamosteyên zanîngeha Helebê ji bo piştevaniya ji Rûsiyê kom bûn

Xwendekar û mamosteyên zanîngeha Heleba Sûriyê kom bûn û pişta Rûsiyê di şerê Ukraynê da girt.

Li gorî rapora roja Îniyê ya SANA Newsê, Xwendekar û mamosteyên zanîngeha Helebê li bakurê Sûriyê di vê kombûnê da bi rakirina parçenivîsan û bilindkirina hin dirûşmeyan hevgirtina xwe di gel gelê Rûsiyê diyar kir.

Wan her wiha dijayetiya xwe di gel siyasetên Amerîka û welatên rojavayî ku armanca wan lawazkirina ewlehî û aramiya Rûsiyê ye, diyar kir.

Hêjayî gotinê ye ku komîsiyona dostiya Parlimanî ya Şam-Moskoyê piştevaniya xwe ji operasiyona leşkerî ya taybet a Moskoyê li navçeya Donbasê ji ber mafê rewa yê vî welatî yê berevaniya ji xwe li hemberî siyasetên Amerîka û welatên rojavayî ragihand.

 

 

Serepeyv