Adar 05, 2022 08:45 Asia/Tehran
  • Bişar Ceferî: Sûriye li kêleka Rûsiyê ye

Alîkarê wezîrê karên derve û koçberan ê Sûriyê got: Şam ji ber helwêstên bingehîn ên Moskoyê ji bo berevaniya ji ewlehiya neteweyî li hemberî siyasetên dijminane yên welatên rojavayî, li kêleka Rûsiyê rawestiyaye.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya SANA Newsê, Ceferî, Alîkarê wezîrê karên derve û koçberan ê Sûriyê derbarê veguhestina komên terorîst bo Ukraynê hişyarî da û got: Tiştê ku medyayên welatên rojavayî li dijî Rûsiyê pêk tîne, dubarekirina heman karî ye ku heman rêxistinên istixbaratî dijî Sûriye, gel û dewleta wê pêk anî.

Ceferî got: Karê ku roja îro Rûsiye li Ukraynê dike guherandin û vegerandina hevsengiya pêwendiyên navneteweyî bo serdema berê ye, lê welatên rojavayî hewil didin ku NATOyê bo rojhilat berfireh bikin û çekên navokî li Ukraynê bi cih bikin.

 

Alîkarê wezîrê karên derve û koçberan ê Sûriyê tevî amaheya bi karên Amerîkayê li Sûriye, Granada, Efxanistan, Iraq, Lîbya û Kûbayê, got: Roja îro parastina ewlehiya neteweyî ji bo hemî welatên ku li hemberî siyasetên destdirêjkerane yên welatên rojavayî rawestiyan, bûye pêwîstiyek.

 

 

Serepeyv